Parlamentoya Kurdistanê û saziyên helbijartinên aliyên siyasî dicivin Parlamentoya Kurdistanê û saziyên helbijartinên aliyên siyasî dicivin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlamentoya Kurdistanê û saziyên helbijartinên aliyên siyasî dicivin

BasNews – Bo guftûgo kirina çend pirsekî taybet ên helbijartinê li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê li gel saziyên helbijartinên aliyên siyasî dicive.

Seroka lijneya navçeyên Kurdistanê derveyî îdareya herêma Kurdistanê Ciwan Yunis ji BasNewsê re ragehand, roja 28.01.2021ê lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî de civîneke berfireh li gel berpirsên saziyên helbijartinên hemû partî û aliyan dê pêkbîne.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku Parlamentoya Kurdistanê wek destpêşxeriyekî niştimanî û Kurdistanî, hewl dide bo ava kirina hemahengiyekî di navbera partiyan de bo helbijartinên dema pêş û daxwaz dike yekdeng û yek helwêst bin. Bi taybet jî li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, ku naha rewşa wan navçeyan xirabe û bazineya helbijartinan li wan deveran hatiye biçûk kirin, ‘’Ji ber wê vê demê de yekrêziya aliyan gelek giringe bo ku dengê kurdan li wan navçeyan vala neçe.’’