Fermana girtina berpirsekî kurd li Kerkûkê hat dayîn Fermana girtina berpirsekî kurd li Kerkûkê hat dayîn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Fermana girtina berpirsekî kurd li Kerkûkê hat dayîn

BasNews – Hikûmeta Iraqê fermana girtina berpirsekî kurd li parêzgeha Kerkûkê da.

Li gorî agahiyên BasNewsê, wezareta navxwe ya Iraqê fermana girtina berpirsê giştî yê tirafîka Kerkûkê, Cemal Hekîm Mihemed, ku kesekî kurd e, daye.

Li gorî agahiyan, ew efserê kurd ji roja 20 vê mehê de û piştî ku karê wî xilas bûye, neçûye mala xwe û heta niha nayê zanîn çûye kîj derê.

Hîn sebeba derxistina fermana girtina wî berpirsê kurd nayê zanîn.