Cotyar Kelarî
BasNews – Gencekî kurd ê Xaneqînê piştî di teqîna duh 21.01.2021ê ya li paytexta Iraqê Bexdayê de birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da.
Çalakvana Xaneqînê polîsa civakî Zeyneb Erkewazî ji BasNewsê re ragehand, di teqîna li qada Teyerranî ya Bexdayê de ciwanekî kurd ê xelkê qeza Xaneqînê yê bi navê Mahîr Kemal Erkewazî jiyana xwe ji dest da.
Herwaha got, termê wî ciwanî îro anîn Xaneqînê.