Heme Perêşan
BasNews – Rêxistina terorîst a DAIŞê bi beyanameyekî ve berpirsyartiya teqînên Bexdayê girt ser xwe, ku 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetir ji 100 kesan jî birîndar bibûn.
Di daxuyaniya DAIŞê de hat ragehandin ku çekdarê wan ê bi navê Ebu Yusif Ensarî bi kemera bombebarkirî ve xwe di qada Teyerran de teqandiye û duyem teqîn jî kesê din ê bi navê Mihemed Arif El Muhacirî pêkaniye, ku li heman cîh pêkhatiye.
Teqîn di asta navxwe û navnetewî de gelek bertek li dû xwa anî.
Li herêma Kurdistanê jî di asta bilind de teqîn hatin şermezar kirin.