BasNews- Êvara îro roja pêncişemê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryara encamdana guherîna dezgeha asayîşa welatê xwe û dûrxistina çend berpirsan da. Ev biryara Kazimî piştî 2 teqînên mezin îro li Bexdayê pêk hat.
Medyaya Iraqê aşkere kiriye Mistefa Kazimî weke fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê biryar daye guherina rîşeyî li dezgehên asayîşa welatê xwe bike û jimareyek berpirs ji erken wan dûr bixe.
Îro piştî nîvro li meydana Teyeran a Bexdayê 2 xwekujan li herêma Babulşerq a Bexdayê xwe teqandin. Herwiha ev demeke rojane êrîş û teqîn li Bexdayê pêk tên.
Ligor zanyariyan 28 kes ji ber wê teqînê hatine kuştin û 73 kes jî birîndar bûne.