Serok Barzanî li peyamek da kirdarên terorîstiyên bajarê Bexdayê şermezar kir   Serok Barzanî li peyamek da kirdarên terorîstiyên bajarê Bexdayê şermezar kir  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serok Barzanî li peyamek da kirdarên terorîstiyên bajarê Bexdayê şermezar kir  

 

BasNews- Serok Mesûd Barzanî bi boneya teqînên li Bexdayê peyamek belav kir.

Daxuyaniya Serok Barzanî wiha ye:

Bi mixabiniyeke zêde ve îro pênçşem 21.01.2021 li encama du kirdarên terorîstî yên li bajarê Bexdayê hejmareke zêdeyê welatiyên bê tawan şehîd û birîndar bûn. Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî wan tawanên terorîstî şermezar dikim, serxweşiyê li malbatên şehîdan û qurbaniyên wan rûdanan dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Teror dijî jiyan û bextewerî û aramiye û dijminê hevbeşê me yê hemû aliyane û ji bo ji navbirin û nehiştina terorê, hemahengiya berdewam ya hemû aliyek pêwîste. Hêvîdarim bi hewla aliyên peywendîdar bi zûtirîn dem ewên li pişt van tawanane bigihin bi sizayên xwe.