Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em amade ne ji bo çareseriya birîndarên teqînên Bexdayê   Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em amade ne ji bo çareseriya birîndarên teqînên Bexdayê  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em amade ne ji bo çareseriya birîndarên teqînên Bexdayê  

BasNews- Êvara îro roja pêncşemê Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand li ser raspardina Serokwezîr Mesrûr Barzanî, peywendî bi Wezîrê Tendrustiya Iraqê re û jê re ragihandiye ew ji bo çareseriya dermankirina birîndaran pêşwaziy li birîndaran Bexdayê bikin.

Dr. Saman Berzincî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir û tê de ragihand li ser raspardina Mesrûr Barzanî, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine raspêrdin û amade ne pêşwaziyê li birîndarên teqînên îro yên Bexdayê bikin.’’

Dr. Saman Berzincî di peywendîyeke telefonî de li gel Wezîrê Tendirustiya Iraqê Dr. Hesen Temîmî, jê re gotiye ku ew li ser erkdarkirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo her alîkariyê pêwîst û hemû nexweşxane amadene ji bo pêşwazîkirina birîndaran û çareserkirdina wan.

Herwiha Hesen Temîmî jî aşkere kiriye rêz û slavên xwe ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbirîye û daye zanîn ku ev helwêst giring e û mirovdostane ye.

Cihê behsê ye îro serê sibehê teqînên mezin li Bexdayê pêk hatin û herî kêm 28 kes mirine û 78 kes jî birîndar bûne.