Wezareta Tendirustiyê: 4 kesên din bi Koronayê mirine Wezareta Tendirustiyê: 4 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Tendirustiyê: 4 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê belav kir û tê de da zanîn 4 kesên din bi Koronayê mirine û 77 kes jî bi Koronayê ketine.

Îro roja pêncşemê 21.01.2020an Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawî de 77 kes bi Koronayê ketine û 4 kes jî bi Koronayê mirine û 923 kes jî ji Koronayê rizgar bûne.

Heta niha li seran serî Herêma Kurdistanê 105 hezar û 416 kes bi Koronayê ketine û 90 hezar û 627 kes jê ji nexweşiya Koronayê rizgar bûne 11 hezar û 337 nexweş di jêr tedawiyê de ne û 3.452 kes jî bi Koronayê mirine.