BasNews- Parlementara Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr ragihand duristkirina hêzke taybet ji bo deriyên sînorî wê gelekî baş be û wê rê li ber qaçaxiyê bigiree.
Parlementer Rêzan Şêx Dilêr îro roja pêncşemê 21.01.2021ê ji BasNewsê re axivî û da zanîn ew ligel wê yekê ne ku hêzeke taybet ji deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê pêk were û ew di wê baweriyê de ne hêza taybet wê rêliber qaçaxiyê li deriye sînorî bigire û wê dahata Herêma Kurdistanê jî zêde bibe.
Rêzan Şêx Dilêr tekezî li ser wê yekê jî kir ku ew ne ligel wê ne dahata deriyên sînorî ji bo komekê yan hizbekê be ew dixwazin ew dahata deriyên sînorî ji bo hikûmetê be û hikûmet jî li xelkê vegerîne.