Di teqînên îro yên Bexdayê de kurdekî xelkê Duhokê jî hatiye kuştin Di teqînên îro yên Bexdayê de kurdekî xelkê Duhokê jî hatiye kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Di teqînên îro yên Bexdayê de kurdekî xelkê Duhokê jî hatiye kuştin

BasNews – Yek ji kuştiyên teqînên îro yên Bexdayê kurdekî xelkê bajarê Duhokê bûye.

Welatiyekî xelkê Duhokê bi navê Amed Kemal ji BasNewsê re got, di teqînên îro yên Bexdayê de mamekî min bi navê Xazî Hazim jî hatiye kuştin.

Amed Kemal her wiha got, mamê min û du kurên xwe nêzîkî 10 salan bû li Bexdayê hingivîn difrotin.

Bi gotina wî jêderî, çend roj berê mamê wî barek hingivîn biribû Bexdayê. Îro çûbû meydana Tehran bifroşe lê li ber teqînê ket û canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên BasNewsê, malbat û mirovên wî welatiyê Duhokî çûne Bexdayê bo anîna termê wî.

Di teqînên îro yên Bexdayê de, ku her du jî xwekujî bûn, bi dehan kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.