Berpirsekî êzîdî: Xelkê Sîba Şêxidir ji tirsa PKKê newêrin vegerin gundê xwe Berpirsekî êzîdî: Xelkê Sîba Şêxidir ji tirsa PKKê newêrin vegerin gundê xwe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Berpirsekî êzîdî: Xelkê Sîba Şêxidir ji tirsa PKKê newêrin vegerin gundê xwe

BasNews – Berpirsekî devera Şingalê dibêje, xelkê gundê Sîba Şêxidir ji tirsa PKKê newêrin vegerin gundê xwe.

Berpirsê PDKê li gundê Sîba Şêxidir yê Şingalê, Xelef Dexîl Seydo ji BasNewsê re got, beriya ku DAIŞ êriş bike derdora 20 hezar kes li Sîba Şêxidir dijiyan lê ji ber êrişa DAIŞ ti kes tê de nema. Hemû koçber bûn û beşek mezin ji wan li nav kampan de dijîn. Heta niha tenê 15 malbat vegeriyane Sîba Şêxidir.

Xelef Dexîl Seydo her wiha got, ew malbatên ku vegeriyane jî, neçûne gund û li nahiya Sinûnê akincî bûne. Ew ji tirsa ku PKK zarokên wan birevîne, newêrin vegerin gundê xwe.

Wî berpirsê êzîdî da xuyakirin, Sîba Şêxidir nêzîkî gundên ereban e. Erebên wê deverê hemû vegeriyane. Sîba Şêxidir dikeve gupîtka çiyayê Şingalê.