BasNews – Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hevxemiya xwe bi kesûkarên êrîşa terorîstî ya îro li Bexdayê pêkhatî nîşan da û ragehand ku hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye her alîkariyekî pêwîst be pêşkeşî bike.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Mixabin nûçeya êrîşa terorîstî ya Bexdayê min bihîst. Hevxemim li gel kesûkarên qurbaniyan di vê dema giran de. Hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bo pêşkeş kirina her alîkariyekî pêwîst be.’’
Îro 21.01.2021ê du teqîn li naverasta Bexda ya paytexta Iraqê pêkhatin û ji ber wê jî nêzîkî 30 kesan hatin kuştin û zêdetir ji 70 kesan jî birîndar bûn.