Rukiye Mistefa
BasNews - Li eyaleta New York a Amerîkayê helîkopterekî leşkerî dema firînên perwerdeyî dikir ket xwarê û di bûyerê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Helîkoptera ji balefirgeha Rochester a navnetewî rabû, li rojavayê New Yorkê li bajarokê Mendonê ket nav zeviyekî çandiniyê.
Hat ragehandin di helîkopterê de 3 leşkerên ku hebûn jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê kir.