Xelkê Kerkûkê daxwaza lêborînê ji Serok Barzanî dikin û dibêjin li me bibure em kurên te ne û me xeletî kir Xelkê Kerkûkê daxwaza lêborînê ji Serok Barzanî dikin û dibêjin li me bibure em kurên te ne û me xeletî kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Xelkê Kerkûkê daxwaza lêborînê ji Serok Barzanî dikin û dibêjin li me bibure em kurên te ne û me xeletî kir

BasNews – Hemwelatiyên Kerkûkê daxwaza lêborînê ji Serok Barzanî dikin û dibêjin li me bibure em kurê te ne û me xeletî kir. Herwaha daxwazê jî dikin bi hewara wan ve biçe.

Piştî îdareya sepandî ya Kerkûkê rijdbû li ser derxistina bihezaran kasibkarên nav bazara mîllî ya navçeyên Kurdên Kerkûkê, hejmarek ji wan kasibkaran xwepêşandanek pêkanîn.

Yek ji wan kasibkaran di daxuyaniyekî ji K24ê re bi navê xelkê Kerkûkê ve got: ‘’îdareya Kerkûkê îdareyekî xwînmij e. di vê dema ku welatê me hilweşyayî de, rewşa jiyana xelkê xirabe. Bi boneya hilberînerekî kurd navçeyekî pîşesaziyê hatiye çêkirin, dixwaze li ser xwîna vê xelkî xwe dewlemend bike. Dibêjin hûn li vê deverê derkevin ji ber rûyê bajar xirab dike, elektrîk tine, bajar di bin zibil de maye. 10 hezar malbat ji vê bazarê em nan dixon.’’

Herwaha got: ‘’Peyama me bo Serok Barzanî heye, em daxwaz ji Serok Barzanî dikin, em xelkê Kerkûkê kurê te ne, em daxwaza lêborînê dikin, li kurên xwe bibure em gelek xelet bûn. Em gelek daxwaza lêborînê li te dikin, hêvîdarin ji kurên xwe biburî, ji ber take dilsozê kurd hebe serok Barzanî ye. em xeletbûn li hember wî, em hemû daxwaza lêborînê li te dikin. Em ewladê te ne û li me bibure. Hêvîdarin çareseriyêkî bo me bibînî, her tişt bi cenabê te dikare çareser bibe, hemû dunya guh lê digre.’’