Wezîrê Pilandanîna Kurdistanê: Roja yekşema bê şandeka hikûmetê diçe Bexdayê Wezîrê Pilandanîna Kurdistanê: Roja yekşema bê şandeka hikûmetê diçe Bexdayê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezîrê Pilandanîna Kurdistanê: Roja yekşema bê şandeka hikûmetê diçe Bexdayê

BasNews – Wezîrê pilandanîn yê Herêma Kurdistanê ragihand, hefteya bê şandeka hikûmetê bo mijara pişka bûdceya Kurdistanê diçe Bexdayê.

Wezîrê pilandanîna Kurdistanê, Dara Reşîd îro di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, şandeka hikûmeta Kurdistanê dê roja 24 vê mehê serdana Bexdayê bike bo gotûbêjkirina pişka bûdceya Kurdistanê.

Dara Reşîd her wiha got, emê hemû hewlên xwe bidin bo ku bi Bexdayê re bigehîjin rêkeftinê. Lê eger me li hev jî nekir wê çaxê emê bi dahata navxwe çareya mûçeyê karmendan û xerciyên xwe bikin.

Wezîrê pilandanînê li ser wan nûçeyên ku dibêjin eger Hewlêr û Bexda li hev nekin hikûmeta Kurdistanê dê mûçeyê karmendan %30 kêm bike, jî got, tiştekî wisa nîne û ew nûçe jî derew in. Ji ber ku di civînên encumena wezîran de tiştekî wisa nehatiye behskirin.

Bi gotina wezîrê pilandanînê, dibe ku şandeka partiyên siyasî yên Kurdistanê jî serdana Bexdayê bike.