Dr. Saman Berzencî: Vaksîna Koronayê dê dûmahîka Sibatê bigehîje Iraqê Dr. Saman Berzencî: Vaksîna Koronayê dê dûmahîka Sibatê bigehîje Iraqê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dr. Saman Berzencî: Vaksîna Koronayê dê dûmahîka Sibatê bigehîje Iraqê

BasNews – Wezîrê tenduristiya Kurdistanê ragihand, dûmahîka meha Sibata îsal vaksîna Koronayê dê bigehe Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê jî dê were dayîn.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî îro di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, komîteyeka Herêma Kurdistanê bi berpirsên Iraqê û şîrketên ku vaksîna Koronayê çêdikin re di nav pêwendiyê de ne. Em niha ji du aliyan de hewl didin vaksîna Koronayê bi dest bixin.

Dr. Saman Berzencî her wiha got, ji aliyekî de bi rêka Iraqê re em dixwazin vaksînê dabîn bikin. Her gava vaksîn gihîşt Iraqê pişka Kurdistanê jî dê were  dayîn. Bi texmîna me dûmahîka meha Sibatê dê vaksîn bigehe Iraqê.

Wezîrê tenduristiyê da zanîn jî, li aliyê din jî em yekser bi şîrketên çêkirina vaksînê re di nav pêwendiyê de ne da ku vaksîn dabîn bikin. Helbet anîna vaksînê hêsan nîne ji ber ku hem sîndar e hem jî hejmara şîrketên ku vaksînê çêdikin, kêm e.