BasNews – Li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê di rûdaneka tirafîkê de kesek mir.
Berpirsê tirafîka bajarê Koye, Zahîr Mihemed ji BasNewsê re got, îro danê sibê li nêzîkî bajarê Koye du otomobîl li hev ketin.
Wî efserê tirafîkê da zanîn, di wê rûdanê de şofêrê yek ji wan otomobîlan canê xwe ji dest da û şofêrê ya din jî birîndar bû.