BasNews – Serokê lijneya parêzgehan li encûmena nûnerên Iraqê ragehand, projeyasayek hatiye amade kirin bo ku helbijartinên encûmena nûnerên Iraqê û encûmena parêzgehan li gel yek birêve biçe.
Serokê lijneya parêzgehan li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Projeyasayek hatiye amade kirin bo ku helbijartinên encûmena nûnerên Iraqê û encûmena parêzgehan li gel yek birêve biçin.’’
Herwaha got: ‘’Ew projeye dê demekî nêzîk de ji Parlamentoya Iraqê re bê şandin û lijne dê vê derbarê de guftûgoyê bikin bo ku herdu helbijartin di yek rojê de birêve biçin.’’
Helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê ku biryar bû roja 06.06.2021ê birêve biçe, lê bi biryara encûmena wezîrên Iraqê ve hat paşxistin û biryar hat dayîn helbijartin roja 10.10.2021ê pêkbên.