Herman Xalîd
BasNews – Li naverasta Bexda ya paytexta Iraqê du teqîn pêkhatin û kuştî û birîndar hene.
Li gor zanyariyên çapemeniyê îro 21.01.2021ê xwekujekî li qada Teyeran a navçeya Babulşerqî ya Bexdayê xwe teqand.
Hat ragehandin piştî xwe teqandina wî xwekujî bombeyek li heman cîh teqiya û ji ber wan her du teqînan 5 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan, 7 kesên din jî birîndar bûn.
Heta naha ti grub û aliyekî berpirsyartiya teqînê negirtiye serxwe û ti amarekî fermî derbarê hejmara kuştî û birîndaran de jî nehatiye dayîn.