Heme Perêşan
BasNews – Rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekî ragehand, li Hewlêrê tometbarek hatiye girtin.
Îro 21.01.2021ê rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekî tora xwe ya civakî facebookê ve ragehand: ‘’Beşa polîsê nehiştina tewan /ofîsa bakur hat agahdar kirin ku bûyerekî diziya motosîkletê pêkhatiye. Tîma lêkolînê pêkhat û piştî wergirtina zanyariyên bi hûrgilî tometbarê bi navê R.S.Ê hat girtin. Piştî girtinê jî li xwe mukir hat ku 5 tewanên diziya motosîkletan nav bajarê Hewlêrê pêkaniye.’’
Polîsê Hewlêrê ragehand: ‘’Di dema girtinê de tometbar li hember hêzên polîs rawesta û karmendekî polîs bi kêrê birîndar kiribû. Herwaha dest li ser madeyên hişber ên li gel wî jî de hat girtin û li gor madeya 446 a yasaya ceza hate girtinê.’’