BasNews- Serokê Desteya Tenduristiyê Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mistefa ragihand ku 27 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî bi Koronayê mirine.
Îro roja çarşemê 20.01.2020an Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê aşkere kir. Ligor amarên Desteya Tendirustiyê jimara berketiyan li bajaran wiha ne:
Hesekê: 3
Qamişlo: 6
Dêrik: 2
Çilaxa:3
Kobanî: 1
Reqa: 2
Tebqa: 8
Şehba: 2
Herwiha Ciwan Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşên koronayê 5 kesên din baş bûne û 2 kes jî mirine. Heta niha li Rojavayê Kurdistanê 8 hezar û 390 kes bi Koronayê ketine û 286 kes bi Koronayê mirine û 1.188 kes jî baş bûne.