BasNews- Serokê Amerîka Joe Biden, di gotara xwe ya piştî sondxwarinê de mesaja yekbûnê ji Amerîkîyan re da û banga hevdu hembêzkirinê kir.
Serokê 46an yê Amerîka Biden got:"Ev roj roja Amerîka ye. Ev roj roja demokrasî ye ro ne serfirazîya berbijarekî yan dozekê ye, Îro em armancakê pîroz dikin ku ew jî doza demokrasî ye. Gel, vîna gel hat bîhîstin û rêz ji vîna wî re hat nîşandan."
Serok Biden dîyar kir ku ew tenê du hefte piştî ku Kongres ji hêla "girseya tundrê ya bi hêrs hate êrîş kirin, li vir dest bi seroktîya xwe dike.
Biden got:"Welat fêr bû ku demokrasî hêja ye, demokrasî nazik e, û di vê saetê de, hevalên min, demokrasî bi ser ket."
Biden, soz da ku ewê bibe serokê hemî Amerîkîyan.