Tirkiye- 159 kesên din bi Koronayê mirine Tirkiye- 159 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 159 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 435 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 159 kesên din bi Koronayê mirine.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 168 hezar û 894 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 6 hezar û 435 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ta îro 159 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 5 hezar û 932 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 406 hezar û 216 kesan û 24 hezar û 487 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 283 hezar û 919 kes jî ji vîrusê baş bûne.