BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, hefteya bê şandeka hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro piştî civîna ligel konsol û dîplomatên biyanî yên li Kurdistanê, li ser twîttera xwe ragihand, hefteya bê dê şandeka hikûmetê serdana Bexdayê bike.
Mesrûr Barzanî agahiyên zêde li ser wê şandê nedaye lê di civîna îro ya konsol û dîplomatên biyanî de gotibû, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên wê bi Bexdayê re baş û bihêz bin û tevahiya arîşe û nakokiyan jî li ser esasê Destûra Iraqê bên çareserkirin.