Îbrahîm Biro: PKK dixwaze bi êrişa ofîsên ENKSê pêşiya danûstandinan bigire Îbrahîm Biro: PKK dixwaze bi êrişa ofîsên ENKSê pêşiya danûstandinan bigire
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Îbrahîm Biro: PKK dixwaze bi êrişa ofîsên ENKSê pêşiya danûstandinan bigire

BasNews – Serkirdeyekî ENKSê dibêje, PKK dixwaze bi êrişên xwe yên li dijî ofîs û baregehên ENKSê, pêşiya hewlên Amerîka bo lihevanîna kurdên Sûriyê bigire.

Duhî ofîsa ENKSê li Kobanî rastî êrişa çekdarî hat. Çend roj berê jî çend bajar û deverên din yên Rojavayê Kurdistanê ofîsên ENKSê rastî êrişê hatibûn.

Li ser vê mijarê, endamê komîteya pêwendiyên derve ya ENKSê, Îbrahîm Biro ji BasNewsê re got, PKK dixwaze bi wan êrişan pêşiya hewlên Amerîka bo lihevanîna kurdên Rojava bigire.

Îbrahîm Biro her wiha got, armanca wan êrişan têkdana danûstandinên aliyên kurdî ye û heman zihniyeta Aldar Xelîl e ku çend roj berê bi fermana PKKê êrişî pêşmergeyên Rojava kiribû.

Wî serkirdeyê ENKSê anî ziman, heta rêveberiya PYDê di bin siya PKKê de be rêkeftin zehmet e. Mixabin fermandeyê HSDê Mezlûm Ebdî jî li hember wan êrişan bêdeng e, ev jî nîşana wê yekê ku ew jî qebûl dike.