BasNews – Li bajarê Xurmatû di rûdaneka tirafîkê de 3 kes mirin.
Nojdarek li nexweşxaneya bajarê Xurmatû, dr. Şiwan Ebdullah ji BasNewsê re got, îro li Xurmatû du otomobîl li hev ketin.
Dr. Şiwan Ebdullah da zanîn, di wê rûdanê de 3 kes mirin û kesek jî birîndar bûn.
Wî nojdarî anî ziman, termê wan sê kesan li nexweşxaneya Xurmatû ye û kesê birîndar jî şandin nexweşxaneya Kerkûkê.