Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi konsol û dîplomatên biyanî re civiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi konsol û dîplomatên biyanî re civiya
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi konsol û dîplomatên biyanî re civiya

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi konsol, nûner û dîplomatên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re civiya.

Îro danê sibê serokwezîr Mesrûr Barzanî bi konsol, nûner û dîplomatên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re civiya. Serokê hikûmeta Kurdistanê di civînê de ronahî xist ser rewşa Herêma Kurdistanê û xebatên kabîneya nehem û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê.

Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku Herêma Kurdistanê her dem hewl daye pêwendiyên wê bi Bexdayê re baş bin û tevahiya arîşe û pirsgirêkan jî bi rêka Destûra Iraqê bên çareserkirin. Bo vê jî, tevahiya erkên li ser milê xwe bicîh aniye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa mûçe jî kir û ragihand, nabe mûçe bibe karteka fişarê li dijî Herêma Kurdistanê û nabe siyaseta birçîkirinê li dijî mûçexorên Kurdistanê were bikaranîn.

Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa xebat û karnameya kabîneya nehem jî kir û ragihand, wan hemû hewlên xwe bo dabînkirina mûçeyê karmendan dane û didin jî.

Mesrûr Barzanî behsa pêgeha Herêma Kurdistanê jî kir û got, Herêma Kurdistanê faktoreka girîng ya aramiyê li Rojhilata Navîn û dixwaze pêwendiyên dostane bi welatên cîran re dayne her wiha dixwaze pêwendiyên wê bi civaka navdewletî re jî pêş bikeve.

Serokê hikûmeta Kurdistanê di dûmahîka civînê de bersiva pirsên amadebûyan da.