BasNews – Li Kerkûkê du rojnamevanên kurd rastî êrişa efserekî polîsê Iraqê hatin.
Rojnamevanê kurd Hejar Reşîd ji BasNewsê re got, îro danê sibê efserekî polîsê Iraqî ku nobedarê şîrketa nefta Bakûr ya Iraqê ye, êrişî rojnamevanên kurd Karwan Salih (peyamnêrê televîzyona Kerkûk TV) û Ojîn Cola (peyamnêra ajansa Anadolu) kir.
Karwan Salih, rojnamevanê ku rastî êrişê hatibû, li ser êrişê ji BasNewsê re got, ji bilî ku wî efserî êrişî me kir, heqaret jî li me kir. Em bo rûmala xwepêşandanê çûbûn wir lê wî efserî êrişî me kir.
Berpirsê şîrketa nefta Bakûr, Mihemed Tahîr ji BasNewsê re got ku haya wî ji wê yekê nîne û dê dûvçûnê bike.