BasNews – Berpirsekî komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê dibêje, zehmet e hikûmeta Iraqê bikaribe di wê roja ku bo hilbijartinan hatiye destnîşankirin, hilbijartinan bike.
Berpirsê giştî yê tomarkirinê li komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê, Karwan Celal ji BasNewsê re got, zehmet e hilbijartinên Iraqê di dema xwe de yanê ew roja ku serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî destnîşan kiriye, were kirin.
Karwan Celal her wiha got, eger di dema xwe de jî were kirin, dê gelek kêmasiyên wê hebin, bi taybet di warê siyasî de.
Wî berpirsê komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê da zanîn jî, yek ji wan sebebên ku nahêlin hilbijartin di dema xwe de were kirin, koçberbûna beşek mezin ji xelkê ye ji ber şerê DAIŞê. Ji xwe qanûna hilbijartinan hatiye nûkirin, ev jî karê komîsyonê zehmet dike. Divê komîsyon ji serî heta binî were nûkirin û sîstema karê wê jî tê guhertin.
Bi gotina Karwan Celal, ji ber wan sebeban komîsyona hilbijartinan ya Iraqê daxwaz kiriye hilbijartinan li şûna 6 Hezîrana îsal, 16 Cotmeha îsal were kirin.
Karwan Celal eşkere kir, qanûna nû ya hilbijartinan ziyanê digehîne dengên kurdan li deverên Kurdistanî, ji ber wê jî divê çareyek ji wê yekê were danîn.