Lezgîn
BasNews – Berpirsê koordîneya rêveberiya perwerdeya qeza Şingalê aşkera kir li wargeha Xanesorê ya ser bi nahyeya Sinûnê, du sale di binkeyekî leşkerî de PKKê du dibistan vekirine û di bin navê vekirina dibistanê de hewla xapandina zarokan dide.
Berpirsê koordîneya rêveberiya perwerdeya Şingalê Şehab Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew dibistanên ku PKKê vekirine, bi ti awayekî ji aliyê xwendin û bernameyê ve nayê nas kirin û em ji dayîk û bav an daxwazê dikin zarokên xwe neşînin bo wan dibistanên PKKê, ji ber ne fermî ne û nav binkeyên leşkerî de ne û bi alfebeya latînî wane ji zarokan re tê dayîn.’’
Herwaha got: ‘’Li gor zanyariyên berdestê me du dibistanan de hejmareke kêm a zarokan beşdarin û wane jî di nav binkeyan de tên dayîn.’’
Şehab Ehmed got: ‘’Bernameya xwandina wan latînî ye û hin tişt bo xwe çêkirine û em nizanin naveroka wan çiye. Lê ew xwandevanên wan dibistanên PKKê yên li wargeha Xanesorê dixwînin ti pêşerojekî wan tine.’’
Li gor çavdêr jî dibêjin PKK ji bo xapandina zarokan û wan amade bike bo di pêşerojê de çekdar bike û di şerên xwe de bikarbîne, ew dibistanên sînorê Xanesorê vekirine.