BasNews - Li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya xwepêşandan û çalakiyên din ku zêdetir ji 5 sal û nîvan e li ser hev tê ragihandin, bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.
Parêzgarê Wanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ji îro (19 Çileya 2021) ve heta 2 Sibatê, bo dema 15 rojan hemû corên kombûn, xwepêşandan, meş, girev, vedana çadiran û çalakiyên din qedexe ne.
Di daxuyaniyê de, parastina bingehên sereke yên komarê, yekparçetiya dewlet û netewî, binpênekirina maf û azadiya ewên din, asayişa xelkê û pêkanîna aramiyê, rêgirtin li tawanan, parastina maf û azadiya xelkê, rêgirtin li her bûyereke nexwastî, weke hincetên derxistina vê biryarê hatine diyarkirin.
Li gor daxuyaniyê, biryara qedexeyê wan çalakiyan li xwe nagire ku parêzgar an jî qaymeqam rê didin wan.
Ew dema zêdetirî pênc sal û nîvan e li navenda bajarê Wanê û bajar û bajarokên ser bi parêzgeha Wanê, hemû corên çalakiyan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve tên qedexekirin.