Cotyar Kelarî
BasNews – Berdevkê polîsê Diyale aşkera kir terorîstên DAIŞê şeva borî ber bi sibehê ve ketin nav nahyeya Gulale ya ser bi qeza Xaneqînê û di navbera wan hêzên ewlehiyê de pevçûn derket, herwaha rawestekekî elektrîkê jî teqandine.
Berdevkê polîsê Diyaleyê Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî heta vê sibehê 19.01.2021ê terorîstên DAIŞê li taxa Şehîdan a nahyeya Gulale li gel hêzên ewlehiyê di şer û pevçûnê de bûn.’’
Herwaha got: ‘’Hêzên ewlehiyê li navenda nahyeyê li hember terorîstên DAIŞê rawestan û ti ziyaneke canî çênebû.’’
Berdevkê polîsê Diyale got: ‘’Terorîstên DAIŞê demjimêr 01:00ê rawestekekî elektrîkê ya gundê Seyd Cabir a nêzîkî Gulale jî teqandin û ji ber wê jî bi sedan mal bê elektrîk mane.’’