BasNews- Îşev roja duşemê 18.01.2021 dengbêjê navdêr ê herêma Botanê Cemalê Mihê ku berî niha çareseriya pençeşêrê ji re dihat kirin koça dawî kir.
Dengbêj Cemalê Mihê ku berî 12 rojan bi nexweşiya Koronayê ketibû, îro duşemê seat derdora 19.00ê li bajarê Diyarbekirê li nexwşxaneya taybet bo pandemiyê de tedawî dibû û dihat dermankirin werfat kir.
Termê Cemalê Mihê ji Diyarbekirê bo Şirenêxê hat şandin û biryara li goristana Şirnexê bo axê wer spartin.
Cemalê Mihê berî 6 mehan bavê bi nexeşiya pençeşêrê ya kezebê ketibû, lê piştî dermankirin, rewşa wî baş bibû.
Cemalê Mihê di sala 1957an de li Gundê Kavilê Kalo yê li bajarokê Dêrgulê ser bi Şirnexê ve jidayîk bûye û ji zarokatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiribû.
Weke tê zanîn bi sedan staranên herêma Botanê striye û beşdarî gelek konseran bûye û herwiha hejmarek klîb jî belav kiribûn.
Bi gotina Cemalê Mihê wî gelek guhdariya Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Îsa Berwarî û Seîd Axayê Cizîrê kiriye û bandora wan li ser dengbêjiya wî hebûye.