BasNews- Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihişte paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û hejmarek rayedarên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Li gor bernameya Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar, biryar e ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
Îro Hulusî Akar serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya û rewşa ewlehî ya deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ligel Kazimî gotûbêj kir û her du aliyan li ser çareserkirina kêşeyên ewlehiyê yên li wan deveran li hev kirin.