BasNews- Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn 797 kesên din bi Koronayê ketine û 9 kes jî bi Koronayê mirine.
Îro roja duşemê 18.01.202an Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir 797 kesên din bi Koronayê ketine 1.769 kes jî baş bûne 9 kes jî bi Koronayê mirine.
Heta niha li seranserî Iraqê 609 hezar û 29 kes bi Koronayê ketine û 571 hezar û 198 kes baş bûne û 12 hezar û 953 kes jî bi Koronayê mirine.