Meyade Necar: Bexda carê bi bahaneyekî ve mûçeyê fermanberên bendavên herêma Kurdistanê nade Meyade Necar: Bexda carê bi bahaneyekî ve mûçeyê fermanberên bendavên herêma Kurdistanê nade
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Meyade Necar: Bexda carê bi bahaneyekî ve mûçeyê fermanberên bendavên herêma Kurdistanê nade

Geşbîn Hewlêrî

BasNews – Parlamentera kurd a Parlamentoya Iraqê ragehand ku şeş mehe Bexdayê mûçeyê 400 karmend û fermanberên bendavên herêma Kurdistanê bê ku sedemek hebe ragirtiye.

Endama fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Meyade Necar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hikûmeta Iraqê di heyama borî de bi bahaneya rêkxistina kar û ava kirina hemahengiyê di sala 2017ê de di dema kabîneya Heyder Ebadî de mûçeyê karmendên bendavên herêma Kurdistanê ku hejmara wan 400 kes e hilda ser hikûmeta Iraqê û ew pêngav jî di çarçoveya yasaya xizmeta şaristanî bi awayekî fermî hat bicîhanîn.’’

Herwaha got: ‘’Naha şeş meh derbas bû mûçeyên wan bê ku ti sedemek hebe hatiye rawestandin, rêveberiya giştî ya bendavan yek ji saziyên federale, ango karmendên wê saziyê fermanberên hikûmeta Iraqê ne, ti cudayiyek li gel fermanberên bendavên din ên Iraqê tine.’’

Parlamentera PDKê got paşketina dabeş kirina mûçeyê karmendên bendavên herêma Kurdistanê berdewame û her carekî ku hatibe dabeş kirin jî bi bivaşa nûnerên kurd ên li Parlamentoya Iraqê ve bûye.