Rukiye Mistefa
BasNews - Li bajarê Majene yê ser bi eyaleta Sulawe ya Rojavayê Endonezyayê erdhejekî bi hêza 6.2 çêbû û di erdhejê de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Erdheja ku bi giştî li herêmê jî hestpê hate kirin de 10 mal hilweşiyan û nêzîkî 100 malan jî ziyan geheştê. Hat ragehandin di erdhejê de 820 kes birîndar bûne û herî kêm 15 hezar kes jî ji herêmê hatine derxistin û tîmên lêgerîn û rizgar kirinê xebatên rizgar kirinê berdewam dikin.
Erdheja ku navenda wê 6 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê Majene bûye, 10 kîlometreyan bin erdê de pêkhatiye.