BasNews - Amerîka piştevaniya xwe ji bo danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê (Sûriye) dupat kir.
Balyozxaneya Amerîka li Şamê bi rêya rûpela xwe ya Facebookê radigîne, "Amerîka piştevaniya danûstandinên di navbera Encûmena Niştîmaniya Kurdî (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî (PYNK) li Rojavayê Kurdistanê dike. Hêvîdar in danûstandin ber bi pêş ve berdewam bin."
Her wiha balyozxaneya Amerîka dide zanîn; ev danûstandin û piştevanî, temamkera pêvajoya siyasî ye li Sûriyê.