BasNews – Xelkê bajarokê Şareban li parêzgeha Diyale ya Iraqê, rêka navbera bajarê xwe û Xaneqînê girtin.
Serokê encumena bajarokê Şareban li parêzgeha Diyale, Ednan Mihemed ji BasNewsê re got, îro danê sibê komek xelkê Şarebanê wek nerazîbûn li hember nebûna xizmetguzariyan, rêka navbera Şareban û Xaneqînê girtin.
Ednan Mihemed her wiha got, xelkê bajêr daxwaza dabînkirina av û elektirîk û çêkirina rêyan dikin.
Serokê encumena bajarokê Şareban da zanîn jî, wan soz dan xelkê bajêr ku daxwazî û giliyên wan bigehînin berpirsên parêzgeha Diyale û hikûmeta Iraqê.
Li gorî agahiyên BasNewsê, xelkê nerazî li ser rêka çadir vegirtine û pêşiya hatinçûnê girtine.