BasNews – Li bajarê Kelar yê Herêma Kurdistanê di rûdaneka tirafîkê de 4 kes birîndar bûn.
Berdevkê rêveberiya tirafîka Germiyan, Rehman Zehawî ji BasNewsê re got, şeva borî li taxa Azadî ya bajarê Kelarê du otomobîl li hev ketin.
Zehawî da zanîn, di wê rûdanê de 4 kes birîndar bûn û ziyanek mezin jî gihîşt otomobîlan.
Wî efserî ragihand, yek ji wan otomobîlan di dema lihev ketinê de li ser pirê ket.