BasNews – Şêwirmendê polîtburoya PDKê behsa armanca civînên PDKê li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê dike û aşkera dike ku hewldaneke metirsîdar li Bexdayê heye bo ku rewşa Kurdistanê wek ya başûrê Iraqê lê bikin.
Îro 14.01.2021ê şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK dixwaze nav mala Kurdistanê rêkbixe, heta aliyên siyasî yekrêz bin. Di vê rewşê de dikarin li hember Bexdayê helwêstê wan jî bihêztir be û îro li hemû demekê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî heye. ji ber beşek ji aliyên şîe dijatiya Kurdistanê dikin û dixwazin rewşa naverat û aloziya başûrê Iraqê li Kurdistanê jî hebe. Xwestin wî tiştî bi rêya birîna budce û mûçe ve bikin, ji ber wê divê em hembû berpirsyartiya dîrokî ya li ser milê xwe bigrin dest.’’
Ruşdî teqez kir, bi her awayekî be divê nav mala kurdan bihêz be û PDK bo wê jî tevgerekî siyasî daye destpê kirin û serdana hemû partiyên siyasî dike û şandeyekî jî bo serdana partiyên Iraqê li Bexdayê ne. ‘’
Arif Ruşdî got, PDK dixwaze Iraq ji aliyê destûrî ve dewletdariyê bike û mafên rewa û yasayî yên Kurdistanê nas bike.