BasNews – Nûnerê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê li başûrê Kurdistanê radigehîne ku endamekî lijneya danûstankar ê TEV-DEMê li gor plana PKKê dixwaze aloziyê û pirsgirêkan di navbera aliyên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ava bike û daxwaz dike ew kes ji wî erkî bê dûrxistin.
Îro 14.01.2021ê nûnerê ENKSê yê li başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber sivikayî û heqarek bi Pêşmerge kiriye, wek ENKS me daxwaz kiriye Aldar Xelîl ji şandeya danûstankar a TEV-DEMê bê dûrxistin. Yan jî heta daxwaza lêborînê ji hêzên Pêşmergeyên Roj neke li gel TEV-DEMê em jî dê rûniştinan boykot bikin. Ji ber Aldar bi plan û palderiya PKKê ve çend care dema ENKS û TEV-DEM digehin rêkeftinê ew dixwaze aloziyê ava bike.’’
Herwaha teqez kir, divê Aldar Xelîl li pêş dayîkên şehîdan ên Pêşmerge serê xwe daxe, ti demekî leşkerê Pêşmerge derveyî berxwedana kurdîtiyê û parastina axa Kurdistanê navê wî têkelî ti tiştekî din nebûye.’’
Newaf Reşîd got: ‘’Mazlûm Ebdî û nûnerê Amerîkayê yê ji bo guftûgoyan hatine agahdar kirin ku tişta Aldar Xelîl kiriye, pêngaveke bo têkdana rewşa Rojavayê Kurdistanê û çêkirina binpê kirinane di navbera hêzên siyasî de.’’