Li Kerkûkê bi fermana parêzgarê sepandî dukanên zêdetirî 200 kesan hat wêrankirin Li Kerkûkê bi fermana parêzgarê sepandî dukanên zêdetirî 200 kesan hat wêrankirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Kerkûkê bi fermana parêzgarê sepandî dukanên zêdetirî 200 kesan hat wêrankirin

BasNews – Li bajarê Kerkûkê bi fermana parêzgarê sepandî, dukanên zêdetirî 200 kesan hatin wêrankirin.

Ev çend roj in li Kerkûkê, bi behaneya nehîştina zêdegaviyan, dukanên welatiyan tên wêrankirin.

Berdevkê qaymeqamtiya Kerkûkê, Umêd Mihemed ji BasNewsê re got, komîteya nehîştina zêdegavan ji duhî êvarê ve dest bi rakirina dukan û kolikên ku ne qanûnî hatine çêkirin û danîn, kiriye.

Umêd MIhemed her wiha got, wan kesan li cihên giştî û li ser rêka ku welatî tê de hatinçûnê dikin, dukan çêkirine. Ji ber wê jî tên rakirin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, heta niha dukanên zêdetirî 200 kesan hatine rakirin û wêrankirin.