Rukiye Mistefa
BasNews - Li herêma Timbuktu ya Malî di êrîşeke terorîstî de 3 leşkerên ser bi Netewên Yekgirtî yên wek hêza aştiyê li deverê hatin kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Peywira Taybet a Îstiqrar û Entegre ya Malî ya Netewên Yekgirtî (MINUSMA), li herêma Timbuktu-Douentza li hember leşkeran êrîşek pêkhatiye.
Hat ragehandin di êrîşê de 3 leşkerên hêza aştiyê jiyana xwe ji dest dane û 6 leşker jî birîndar bûne.
Serokê MINUSMA Mahamat Saleh Annadif jî ragehand ew êrîşê bi awayekî tund şermizar dike.
Li Malî ji sala 2013ê heta naha MINUSMa kar dike û heta îro 230 endam ango leşkerên ser bi wê hêza aştiyê jiyana xwe ji dest dane. MINUSMA, hêza aştiyê ya ku heta naha herî zêde windayî dane ye.