Elî Ewnî: Ji Silêmaniyê ve daxwaza rakirina parêzbendiyê li ser du parlamenteran tê kirin, kes berevaniyê li wan nake Elî Ewnî: Ji Silêmaniyê ve daxwaza rakirina parêzbendiyê li ser du parlamenteran tê kirin, kes berevaniyê li wan nake
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Elî Ewnî: Ji Silêmaniyê ve daxwaza rakirina parêzbendiyê li ser du parlamenteran tê kirin, kes berevaniyê li wan nake

BasNews – Endamê rêveberiya PDKê rexne li du çeqbûna wan kesan dike ku bangeşeya tekoşîna hember gendeliyê dikin û aşkera dike ji ber ji Silêmaniyê ve daxwaza rakirina parêzbendiyê li ser du parlamenterên Gorran tê kirin, ti kesek berevaniyê li wan nake.

Elî Ewnî di nivîseke xwe ya bi serenava ‘’Cudayiya Gendelî’’ ku di tora xwe ya civakî de belav kir de amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Pisporên kempîn û xwepêşandan û grev li bajarê Silêmaniyê û yên duholê lêdidin û butlan davêjin nav parlamentoyê dibêjin, eger du kutirbaz li Hewlêrê şer bikin, pêwîste em helmet û kempîna ‘’Ka kotreya mi’’ rêkbixin.’’

Herwaha diyar kir, eger daxwaz hate kirin parêzbendî li ser parlamenterekî Komel bê rakirin, madem girêdayî Hewlêre, pêwîste boykota parlamentoyê bê kirin, ‘’Lê eger li Silêmaniyê ve cotika li pişta endamekî PDKê bidin û bingehên PDKê bên şewitandin û talan bikin, ew tiştekî asayî ye û pêwîst nake ti tiştekî bikin.’’

Elî Ewnî got, eger li Silêmaniyê daxwaza rakirina parêzbendî li ser du parlamenterên Gorran bê kirin, ‘’Madem li ser daxwaza desthilatiya Silêmaniyê pêkhatiye, pêwîst nake fîtlêdan û duhol lêdan û boykotê bikin.’’

Elî Ewnî ragehand: ‘’Eger raportên Elî Hemesalih li ser gendeliya deriyên Başmax û cîhên din li ser Îbrahîm Xelîl û Hacî Omeran ba, naha Aras, Faruq û Merîwan û Asos û hemû fîlozofan dijatiya hikûmeta herêma Kurdistanê dikirin û hemû malperên sexte û siyasetmedarên pişt perde, dest bi grevê dê kiriban û nimêjên komî dê li ber Dergî Sera kiriban. Wê demê hemû kanalên ragehandinê li Silêmaniyê û kanalên PKKê bi hezaran raport dê li dijî Serok Barzanî û PDKê û hikûmeta herêma Kurdistanê weşandiban.’’

Dawiyê de jî daxwaz ji xelkê kir, ‘’Kerembikin li ser dosyaya gendeliya deriyê sînorê Başmax û rakirina parêzbendiya li ser Elî Hemesalih deng dê kîjan kanal û rêxistinên bi navê civaka sivîl derbikeve?’’