Li Rûsyayê 24 hezar û 763 kesên din bi vîrusa koronayê ketin Li Rûsyayê 24 hezar û 763 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Rûsyayê 24 hezar û 763 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Heme Perêşan

BasNews – Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 63 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 14.01.2021ê li Rûsyayê 24 hezar û 763 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li wî welatî geheşte 3 milyon û 495 hezar û 816 kesan.

Herwaha li Rûsyayê 570 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên ji ber pêketina vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane geheştiye 63 hezar û 940 kesan.

Hat ragehandin li Rûsyayê 2 milyon û 882 hezar û 44 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.