Li Tirkiyê dest bi lêdana vaksîna Koronayê hat kirin Li Tirkiyê dest bi lêdana vaksîna Koronayê hat kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Tirkiyê dest bi lêdana vaksîna Koronayê hat kirin

BasNews - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kempêna lêdana vaksîna Koronayê destpê kir.

Îro danê sibê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, lêdana vaksîna Koronayê, ku vaksînek Çînî ye, dest pê kir.

Li Diyarbekirê dora 20 hezar karmendên tendirustiyê hene û destpêkê Rêveberê Tendirustiya Diyarbekirê vaksîn li xwe da.

Li gorî amarên fermî, li Diyarbkirê bi sedî 70 heta 80 hejmara pêketiyên Koronayê kêm bûye.

Li Enqerê jî, duhî Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehretin Koca beriya her kesî vaksîn li xwe da û û daxwaz ji welatiyan kir ku vaksînê li xwe bidin.

Ew vaksîna ku li Tirkiyê kirriye, Çînî ye ji ber wê jî beşek ji xelkê Tirkiyê dibêjin, ji ber ku hêza vaksînê lawaz e, ew naxwazin li xwe bidin.