Wekîlê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan: Dê bûrsa zarokên wan girtiyên siyasî jî were qutkirin Wekîlê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan: Dê bûrsa zarokên wan girtiyên siyasî jî were qutkirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wekîlê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan: Dê bûrsa zarokên wan girtiyên siyasî jî were qutkirin

BasNews – Berpirsekî wezareta şehîdan û efanlkiriyan ya Kurdistanê dibêje, ew girtiyên siyasî yên ku mûçeyê wan hatiye qutkirin, dê bûrsa xwandinê ya zarokên wan jî were qutkirin.

Wekîlê wezareta şehîdan û enfalkiriyan ya Kurdsitanê, Berevan Hemdî ji BasNewsê re got, ew girtiyên siyasî yên ku zarokên wan bi bûrsa hikûmetê dixwînin, dê dîsa jî mîna berê bûrsa xwe werbigirin.

Berevan Hemdî her wiha got, lê ew girtiyên siyasî yên ku vê dûmahîkê mûçeyê wan di çarçoveya qanûna çaksaziyê de hat qutkirin, dê bûrsa zarokên wan jî were qutkirin. Helbet yên ku beriya wê biryarê dest bi xwandinê kirine, bûrsa wan nayê qutkirin. Ewên ku îsal dest bi xwandinê kirine, dê bûrsa wan were qutkirin.

Li Herêma Kurdistanê, ew kesên ku di dema rêjîma Sedam de ji ber xebatên kurdiniyê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibûn girtin, wek girtiyên siyasî tên binavkirin.