Hevpeymaniya Sedr pişt li Kazimî dike Hevpeymaniya Sedr pişt li Kazimî dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hevpeymaniya Sedr pişt li Kazimî dike

Herman Xalîd

BasNews – Hevpeymaniya Saîrun ku Muqteda Sedr serokatiya wê dike, pişt li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike.

Îro 14.01.2021ê endamê hevpeymaniya Saîrun li Parlamentoya Iraqê Xayib El Umeyrî ji çapemeniya Iraqê re ragehand, projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê de 320 hezar tayîn hene ku dibe ew hemû jî sexte bin.

Xayib El Umeyrî ragehand, projeyasaya budceyê bi wî awayê ku hatiye dariştin ve li parlamentoyê nayê pejirandin û ew dê red bikin.

Parlamenterê Saîrun amaje bi wê yekê jî kir divê hikûmet di projeyasaya budceyê de kar li ser her du sektorên taybet û giştî bike û ragehand: ‘’Eger serokwezîrê Iraqê yê naha Mistefa Kazimî nikare tekoşînê li gel gendeliyê bike, bila biçe mala xwe û dest ji serokatiya hikûmeta Iraqê berde.’’