Hikûmeta Fransa 7 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê bir Fransayê Hikûmeta Fransa 7 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê bir Fransayê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hikûmeta Fransa 7 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê bir Fransayê

BasNews - Hikûmeta Fransayê 7 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê ji berpirsên Rojavayê Kurdistanê wergirtin û derbasî Fransyê kirin.

Wezareta Derve ya Fransayê ragihand; 7 zarokên çekdarên DAIŞê wergirtine û ew zarok bi silametî ji Sûriyê veguhestine Parîsê û niha di bin çavdêriya civakî de ne.

Fransa spasiya berpirsên Rojavayê Kurdistanê kir ji ber hemahengî û alîkariya di mijara veguhestina wan zarokan de.

Bavên wan zarokan di şerê DAIŞê de û di rêzên çekdarên wê rêxistinê de hatine kuştin û piştî rizgarkirina wan deveran ji destê DAIŞê, di kampên Rojavayê Kurdistanê de diman.